CENTCOM: Pêla 9'emîn a êrişên hewayî ya li ser Îranê qediya

CENTCOM'ê ragihand ku pêla 9'emîn a êrişên hewayî yên li ser Îranê vê sibehê bi serketî qediya.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (CENTCOM) derbarê pêla nehemîn a êrişên xwe yên li ser Îranê û armanc girtina çend cihan, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku serê sibehê dawî li pêla nehemîn a êrişên xwe yên li ser Îranê anî, di van êrişan de gelek navendên stratejîk û leşkerî yên wek navendên fermandariya leşkerî, sîstemên parastina hewayî, bingehên çavdêriya peravan, hêza deryayî, cihên avêtina fuze û droneyan, ligel torên peywendiyên leşkerî hatine hedef girtin.

CENTCOM’ê diyar kir ku armanca van operasyonan, lewazkirina hêza Îranê ya ji bo encamdana êrişên li ser keştiyên bazirganî û deryavanên sivîl yên di Tengava Hurmiz de û parastina ewlehiya deryavaniya li herêmê ye.

Herî dawî CENTCOM destnîşan kir hêzên wan di asta herî bilind a amadebaşiyê de ne û ji bo her bersivdanekê bi hûrgulî û çavdêriyeke tund amade ne.

Hêjayî gotinê ye, di nava çend rojên borî de Îranê gelek deverên Herêma Kurdistanê bombebaran kir. Fermandariya Navenda Hêzên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di encama êrişa droneyê ya li Hewlêrê de leşkereke wan hatiye kuştin.